Mercên Giştî yên Peymanê (AGB)

 

  1. Qada kar (Geltungsbereich)

 

Van mercên giştî ji bo hemû peyman, rezervasyon û xizmetên ku bi malpera Keçên Rojê têne pêk anîn derbasdar in. Bi bikaranîna malperê û rezervekirina pêşniyaran, bikarhêner van şert û mercan qebûl dikin.

 

  1. Danasîna xizmetan (Leistungsbeschreibung):

Keçên Rojê van xizmetan pêşkêş dike:

  • Kursên ziman (bi taybetî kurdî)
  • Bûyerên çandî (wekî workşop, konsert, rêwîtî)
  • Naverokên dîjîtal ji bo veguhastina mijarên çandî

Berfirehiya xizmetan ji danasîna her pêşniyarê li ser malperê tê dîtin.

 

 

  1. Avakirina peymanê (Vertragsschluss):

Nîşandana pêşniyaran li ser malperê pêşniyarek li gor qanûn ne girêdayî ye.

Bi rezervekirinê, bikarhêner pêşniyarek girêdayî pêşkêş dike. Peyman tenê bi pejirandina Keçên Rojê tê avakirin (li gor BGB).

 

  1. Mercên beşdarbûnê (Teilnahmebedingungen):

Beşdarvan berpirsiyar in ku bi rêzgirtin li hember Beşdarên din û rêxistvanên çalakiyan tevlî çalakiyan bibin. Prensîbên wekheviyê li gor Qanûna Giştî ya Yekgirtinê divê bên parastin. Di rewşên binpêkirinê de, derxistina ji çalakî vegerandina pere dikare pêk were.. Hemû xizmet ji hemû kesan re bi parastina rêzgirti û wekheviyê vekirî ne,  .

 

Ji bo beşdarbûna zarokan, razîbûna dê yan bav di dema peymanê de pêwîst e.

 

  1. Nirx û şertên dayîna pera (Preise und Zahlungsbedingungen):

Hemû nirx bi Euro têne nîşandan û MwSt tê de heye. Dayîna pera divê li gorî de di fatûrê de hatî gotin were kirin.

 riyên dayîna pera yên li ser malperê bingehe.

Rezervekirin tenê piştî dayîna pera bi giştî tê qebûl kirin .

 

  1. Berpirsyarî (Haftung):

Beşdarvan dema Beşdariyê li ser berpirsyariya xwe ne

Ji bo tiştên kesane berpirsiyarî nayê qebûlkirin.

 

  1. Naveroka malperê (Inhalte der Website):

Naverok ji bo agahdarî û perwerdeya çandî têne bikaranîn.

Ji bo temamî, rastî an rojane bûnê garantî nayê dayîn.

 

  1. Girêdanên derveyî (Externe Links):

Di Malpera me de dikare girêdanên malperên din jî hebin. Berpirsiyarî ji bo wan tenê li ser xwediyê wan malperan e.

 

  1. Mercên dawî (Schlussbestimmungen):

Qanûna Komara Federal a Almanyayê derbasdar e.

Ger hin xalên taybet ne derbasdar bin (bê bandor bin), yên din dimînin derbasdar.

 

——————————————————-

 

Agahiyên vekişandin û dev ji peymanê berdan (Widerrufs- und Rücktrittsbelehrung)

 

  1. Qada kar:

Ev agahî ji bo hemû xizmetên Keçên Rojê tê bikaranîn, bi taybetî kurs, workşop, bûyer û naverokên dîjîtal.

 

  1. Mafê vekişandinê (Widerrufsrecht):

Bikarhêner maf heye ku di nav 14 rojan de bêyî sedem peymanê bê demek diyarkirî betal bike, ji roja peyman dest pê dike.

 

  1. Bi dawî kirina mafê vekişandinê:

Mafê vekişandinê dikare zû li dawî bibe di van rewşan de:

  • Xizmetên bi dîrokek diyarkirî (wek kurs)

Ger bikarhêner razî bibe ku xizmet, berî bidawîbûna demê, dest pê bike

  • Ji bo xizmetên dîjîtal (wek kursên online) mafê vekişandinê ji holê radibe, dema ku destûra gihîştina kursên ziman tê parve kirin (Zugang)

Di van rewşan de vegerandina pere ne gengaz e.

 

  1. Betalkirin an dev ji peymanê berdan (ji aliyê beşdar):

Betalkirin tenê peymanê bi dawî dike û mafê vegerandina pere nîne. Vegerandin – ne tam û ne jî beşek – tune ye.

 

  1. Vegerandina pere ji aliyê pêşkêşkar:

ku Keçê Rojê bûyer betal bike, hemû pere tê vegerandin.

Tu Mafên din tune ne.

 

  1. Rêkûpêka nermbûnê (Kulanzregelung):

Di rewşên taybet de, Keçên Rojê dikare veguhestin an guhertin pêk bîne, lê tenê ji bo kursên ziman ev maf heye.

 

  1. Piştgiriya kesane (Individuelle Unterstützung):

Têkiliya bi Keçên Rojê re ne şîretên mecbûrî ye li gor qanûnê, piştgirî tenê ji bo alkariyê tê bi karanîn.

 

  1. Şêwaza vekişandinê (Form des Widerrufs):

Vekişandin divê bi nivîs (wek E-Mail) bi navnîşana jêr were şandin:

Kecenroje@kecenroje.de

 

  1. Vegerandina pere (Rückerstattungsabwicklung):

Vegerandin bi heman rêya dayînê tê kirin di nav 14 rojan de piştî pejirandina vekişandinê.

 

  1. Razîbûn (Zustimmung):

Bi rezervekirinê, Bikarhêner piştrast dike ku, ev agahî xwand û qebûl kir.