Dîtin\Mîsyon

Dîtin

Keçên Rojê projeyek çandî û civakî ye ji bo civaka Kurd li Almanyayê.

Ev proje dixwaze cih û qadeke ewle, mirovî û aram biafirîne.

Ew çand, huner, pêşketina civakî û intgrasiyona erênî digihîne hev.

Armanca me ew e ku çanda Kurdî ne tenê wek bîranîn an nasname were parastin.lê em dixwazin wê wek hêzeke zindî û çalak xuya bikin.
Ev hêz dikare beşdarî avakirina civakeke vekirîtir, hevsengtir û girêdayîtir bike.
Di vê rêyê de em tevlîbûn, girêdan û berpirsiyariya civakî xurt dikin.

Em bawer dikin ku huner û çand ne tenê ji bo kêfxweşiyê ne. Ew pirekên têgihiştina mirovahî ava dikin. Ew pêşketina kesane û civakî xurt dikin. Her wiha ew ji ciwanan û malbatan re qadeke ji bo afirandinê, perwerdeyê, hevdîtinê û aramiya civakî peyda dikin.

Keçên Rojê dixwaze cihê hevdîtinê di navbera civaka Kurdî û civaka Almanî de be. Bi rêya însyatifan û çalakiyan, em diyaloga çandî, integrasiyona erênî û jiyana hevpar a li ser rêz û cihêrengiyê xurt dikin.

Mîsyon

Mîsyona Keçên Rojê ew e ku platformeke çandî û civakî biafirîne, ku piştgiriyê bide civaka Kurd di warên çandî, civakî, pîşeyî û kêfxweşiyê de – bi rêya çalakî û bernameyên ku bandoreke erênî û domdar hebin.

Ev proje xwe dispêre van armancan:

çanda Kurdî, zimanê Kurdî û hunera Kurdî bi awayekî nûjen, vekirî û rêzdar xurt bike;

derdoreke civakî ya saxlem biafirîne, ku tenêtî kêm bike û girêdana civakî xurt bike;

qadên ewle ji bo ciwanan û malbatan peyda bike, ku tê de xweîfadekirin, danûstandin û tevlîbûn mimkin bin;

rêberiya pîşeyî û pêşketina kesane bi rêya atolyeyan, hevdîtinan û torên têkiliyê piştgirî bike;

jêhatîbûnên hunerî û çandî di nav civakê de xurt bike;

pirên hevkariyê û têgihiştinê bi saziyan û civaka Alman re ava bike;

huner û çandê wek amûrek ji bo tevlîbûna erênî û yekgirtiya civakî bikar bîne.

Ev proje dixwaze beşdarî avakirina civakeke hişmendtir, hevsengtir û hevkarîtir bike; civakek ku tê de çand beşeke zindî ji jiyanê û pêşketinê be, ne tenê amûrek ji bo parastina nasnameyê.