Ragihandina parastina daneyan
kesê berpirsiyar: Rushin Hamosh
Cih: Hindenburg Str. 269,
41061 Mönchengladbach
Deutschland
E-Mail: kecenroje@kecenroje.de
- Parastina daneyan di tomarkirinê de di kurs, rêwîtî û bûyeran de:
Dema ku beşdarbûna di kursekê an jî her çalakiyekê de li ser malpera me tê tomarkirin, em daneyên wî/ê tenê ji bo rêxistin û amadekirina çalakiyê bi taybetî bi kar tînin.
Daneyên ku têne bikaranîn ev in:
- nav û paşnav
- navnîşana e-nameyê (email)
- hejmara telefonê
- agahiyên dayîna pereyê (êla abonementê / beşdariyê)
- agahiyên din ên ku dikarin ji bo rêxistinê girîng bin.
- Armanca bi karanîna daneyan:
Daneyên li gorî qanûna (Datenschutz-Grundverordnung) têne bi karanîn ji bo cîbicîkirina pêvajoyên ku berî girêdana peymanê tên kirin û her weha ji bo girêdana peymanê bixwe.
Daneyên kesê beşdar ji bo van armancan têne bikaranîn:
- ji bo rêxistina beşdariyê di kursên zimanê de
- ji bo plandayîn û amadekirina bernameyên rêwîtî û çalakiyan
- ji bo pêkanîna têkilî bi beşdaran re
- ji bo pêkanîna rezervasyon (beşdarbûna) û dayîna pereyê
- dema ku formê têkilî yê me tê bikaranîn (Kontaktformular)
- wêne û vîdyo (bi razîbûna zêde)
- daneyên dê yan jî bav dema ku zarok beşdar dibin.
Di hin çalakiyên me yên çandî de, di kursên zimanê de, di konseran de an jî di rêwîtîyê de, dibe ku wêne û vîdyo ji bo belgekirin an jî ji bo weşandinê li ser malpera me an li ser medyayên civakî werin çêkirin û bikaranîn. Lê belê, weşandin tenê bi razîbûna we ya eşkere li gorî (Art. 6 Abs. 1 lit. der Datenschutz-Grundverordnung) tê kirin. Ev razîbûn dikare her dem ji bo pêşerojê were paşvekişandin.
- Rêkirina daneyan bo aliyên din:
Daneyên tenê dema ku pêwîst be têne şandin bo van aliyên jêrîn:
- pêşkêşkerê xizmeta dayîna pereyê
- hevkarên me di çalakiyan de, wekî şîrketên rêwîtîyê
- pêşkêşkerê xizmeta bernamekirinê (hosting)
- demeya ragirtina daneyan (speicherdauer)
Daneyên kesane yên beşdaran heta demê ku pêwîst be ji bo pêşkêşkirina xizmetên pêşniyarkirî tên girtin an jî li gorî peywendiyên qanûnî yên ragirtinê.
- mafên bikarhêneran:
- agahî li ser daneyên hatine ragirtin
- rastkirina daneyên şaş.
- jêbirina daneyan
- sînordarkirina bi karanînê
- nerazîbûn li dijî bi karanînê
Ev maf li gorî qanûna DSGVO hatine parastin.
- têkilî ji bo parastina daneyan:
Dema Pirsek yan jî pirsgirêkêk hebê, hûn dikarin herdem ji me re name li ser: kecenroje@kecenroje.de bişînin.
- Razîbûna li ser tomarkirinê:
Dema ku kes di kursekê an jî di her çalakiyekê de xwe tomar dike, bi tikandina qutîka hilbijartinê piştrast dike ku wî/ê daxuyaniya parastina daneyan xwendiye û pê re razî ye.
