Peyama projeya çandî:
Projeya me ya çandî armanc dike ku, guherîna çandî û vekirîbûna di nav civakan cihêreng de bi rêya pêşkêşkirina bernameyên cihêreng, wek kursên zimanê, çalakiyên çandî, hunerî û rêwîtî, pêş bixe.
ev Proje her weha girîngiyek taybet dide naskirina çanda kurdî, ku bi dîrokeke dirêj û cihêrengiya dewlemend a adetan, kevneşopî û huneran tê nasîn. Em hewl didin ku nirxên civaka kurdî, ku li ser piştgirî, mêvanperwerî, rêz , jiyana bi aşîtî û girêdana xurt bi nasname û mîrasê çandî ava bûne, derxînin pêş.
Em dixwazin hawîrdorek ewle û piştgirîker ava bikin ku fêrkbûn û pêwendî pêş bixe û bibe sedema avakirina pireyên têgihiştinê di nav kesên ji paşxaneyên cihêreng de. Her weha em kar dikin ku çalakiyên bi kualîteya bilind werin rêxistin, ku bersivê didin hewcedariyên beşdaran û alîkarî dikin di pêşxistina şiyanên wan ên zimanî û çandî de.
Her weha em xwe bi zelalî di têkiliyê bi beşdaran re di derbarê parastina daneyên wan ên kesane û pêşkêşkirina xizmetan li gorî standardên bilind ên profesyonel û qanûnî ve xwe berpirsiyar dibînin.
Armanca me ev e ku bi vê karî bandorek erênî ya demdirêj çêbikin û alîkarî bidin di belavkirina zanebûn û pêşxistina diyaloga çandî de.
